Hûn bi xêrê hatin malpera hunermend Sefqan!
NERVÎN derket!
Ji tomargeha Rawî li Qamişloyê û bi piştgiriya dezgeha SEMA yekemîn kasêta hunermend Sefqan derket. Kasêta bi navê "Nervîn" ji 9 stranan pêk tê. Ta niha Sefqan di Koma Orkêş de li kêleka birayê xwe Şeyda û Dijwar Naso stran û awaz pêşkêş kirine.
Fermo di beşê BERHEM de li çend stranên "Nervîn" guhdar bikin.
Di demeke nêzîk de, hûnê li vê derê hunermend Sefqan baştir nas bikin, li gelek stranên wî guhdar bikin û herweha hin klîp û perçeyên vîdyoyê yên konsêrtên wî bibînin.
Hunermend Sefqan endamek KOMA ORKÊŞ e, ku ji bilî wî hunermendên kurd Şeyda û Dijwar Naso tê de cî digirin. Di demek nêzîk de, hûnê li vê derê agahiyên berfireh li ser KOMA ORKÊŞ bixwînin û li stranên wê guhdar bikin.
Ev malper cara dawî di 09.09.2006ê de hatiye guhertin.